Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nezîr Berwarî: Êrîşa Efrîn li ser hemû Kurdistanê ye

Endamê Berpisyariya YNK’ê Nezîr Berwarî diyar kir ku gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk û komên çete berxwedaneke bê hempa nîşan da û got ku êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser hemû Kurdistanê ye.

Şêniyên Reqayê bombebarana nexweşxaneya Efrînê şermezar kirin

Şêniyên Efrînê bombebarana nexweşxaneya Avrîn a Efîrînê û komkujiyên ku Artêşa Tirk li Efrînê pêk tîne şermezar kirin û ji civaka navdewletî xwestin ku derbarê komkujiyan ji bê dengiya xwe derkevin.

Lîlwa El-Ebdela: Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestiyaye

Berdevka Fermî ya Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdela diyar kir ku hemelya wan a li gundewarên Dêrazorê ya li dijî komên çete yên DAIŞ’ê bi awayekî demkî hatiye rawestandin û wiha got: “Sedema rawestandina Bagera Cizîrê jî kişandina hêzên me ya ji rojhilatê Firatî da ku em bersiva êrîşên Artêşa Tirk bidin. Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê dixwaze temenê DAIŞ li herêmê dirêj bike.”

Dewletên misogeriya agirbestê komkujî pêk anîn, aloziya Rûsiya û Birîtaniya kûr dibe

Dewletên ku navê sîfeta misogerkirina agirbersta li Sûriyê li xwe dikin bi xwe li Xûta Rojhilat û Efrînê komkujiyan pêk tînin. Di heman demê de behsa destpêkirina şer li herêma başûrê Sûriyê ya navê herêma agirbestê lê hatiye kirin, tê kirin

Kurd, Ereb û Suryan: Divê civaka navdewletî ji bêdengiya xwe derkeve

Pêkhateyên Qamişlo bê dengiya civaka navdewletî ya derbarê komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê şermezar kirin û gotin ku ew wekî gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê wê tu carî dagirkeran qebûl nekin.

Hedefgiritna nexweşxaneya Efrînê hemû zagon binpê kirin

Artêşa Tirk bi êrîşa xwe ya hovane ku li dijî Efrînê pêk tîne hemû irif û peymanên navdewletî û qanûnên ku hemû cîhan li ser lihev kirine binpê kirine. Nexweşxane û hemû saziyên xizmetguzarî yên bi jiyana mirovan re eleqedare bombebaran dike.

Aldar Xelîl: Şerê Efrînê şerê hebûn û nebûnê ye  

Aldar Xelîl: Berxwedana Efrînê ji bo hebûn û nebûna me ye. raste çekên me yên pêşketî nîn in, lê çeka me girêdana bi ax û şehîdên me ye. Şerê Efrînê, şerê hebûn û nebûnê ye.ʺ

Li Minbicê teqîn, ziyanên madî hene

Îro di saetên êvarê de li bajarê Minbicê bombeyeke ku di germardanekê de hatibû bicihkirin, hat teqandin. Teqîn li taxa nexweşxaneya Hikmê rû da û di encamê de ziyanên madî rû dan.

Gelê Qamişlo du cangoriyên Berxwedana Serdemê oxir kirin

bi hezaran gelê Qamişlo cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê Hacî Elî (Riyad Qamişlo) û Ehmed Ehmed (Şervan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.

Li Hannoverê Newroz bi ruh Berxwedana Efrînê hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ên ji gelemperiya Elmanyayê berê xwe dan Hannoverê, Newroz bi coş pîroz kirin.

Li Stockholmê hovîtiya Tirk hate protestokirin

Bi çalakiya li paytext Stockholm a Swêdê ku bi armanca şermezarkirina êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Efrînê, berxwedana gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ’ê yên derbên xurt li rejîma Erdogan û çeteyê wê dixe hate silavkirin.

HEVPEYVÎN

DÎMEN

POLÎTÎKA

JIN

CIVAK Û JIYAN

ÇAND Û HUNER

 
HLB-DAXIYANI-JI-BO-EFRINE-620x364

Malbatên Şehîdan bêdengiya li hember komkujiyan şermezar kir

 

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê komkujiyên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku van kiryarên hovane rawestînin.

Çalakiyên ji bo Efrînê li Rûsiya

Kurdistaniyên li Rûsiya ji bo Efrînê li qadan e

 

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn li dijî komkujiyên sivîlan yên ji aliyê dewleta Tirk li Efrînê tê kirin, li qadan in.

PES

PES: Bila Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Efrînê bisekîne

 

Partiya Sosyalîst a Ewropa bang li dewleta Tirk kir ku bila êrîşên xwe yên hovane li ser Efrînê rawestîne û ji derdora Efrînê vekişe.

NÛÇE

HEMÛ NIVÎS