Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹBombebarana naxweşxaneya Avrîn bombebarana wijdanê mirovahiyê yeʹ

Dîmen

QAMIŞLO – Meclîsa Tendûristiyê ya Herêma Cizîrê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê û bombebarana li ser naxweşxaneya Avrîn şermezar kirin.

Balafirên Tirk nexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê ku bi hezaran birîndarên sivîl lê têne dermankirin, bombebaran kirin. Di encamê de 18 sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Derbarê  vê hovîtiyê de, Meclîsa Tendûristiyê a Herêma Cizîrê li bajare Qamişlo li navenda Mihemed Şexo ya taxa Xerbî daxuyaniyek da.

Beriya xwandina daxuyaniyê beşdaran ji bo hemû şehîdên azadiyê  rêz girtin.  Piştre daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyêCîgirê Hevseroka Meclîsa Tendûristiyê a herêma Cizîrê Rapêrîn Hisen ve û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevsêrokê Meclîsê M Ehmed Mehmûd ve hatin xwendin. Endamên Meclîsa Tendûristiyê pankartên ʺBombebarana li ser naxweşxaneya Avrîn bombebarana li ser wijdanê mirovahiyê yeʺ hilgirtibûn.

Daxuyanî wiha ye;

ʺBerxwedana Efrînê ya leheng a li hember terora dewleta Tirk a dagirker ket roja 57ʹan. Di encama êrîşên dagirkeriyê de sivîl, saziyên tendûristiyê, û saziyên civakî  tên hedefgirtin. Duh jî naxweşxaneya Evrîn bi balafirên Tirk hate bombebarankirin û di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Em van êrîşên hovane bi tundî şermezar dikin.

Banga me ji hemû saziyên navnetewî yên mirovî û huqûqî re heye ku mudaxeleya lezgîn li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bikin û van êrîşan rawestînin.ʺ

Di dawiyê de dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ, ʺBijî Berxwedana YPG/YPJ û QSDʺ hatin berizkirin.

(mk-cş/mm)

ANHA