Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aldar Xelîl: Şerê Efrînê şerê hebûn û nebûnê ye  

QAMIŞLO – Aldar Xelîl: Berxwedana Efrînê ji bo hebûn û nebûna me ye. raste çekên me yên pêşketî nîn in, lê çeka me girêdana bi ax û şehîdên me ye. Şerê Efrînê, şerê hebûn û nebûnê ye.ʺ GIRKE_CVINA_MELAT (1)

Ji bo nirxandina rewşa dawî ya Efrînê, TEV-DEM li bajaroka Rimêlanê civînek li dar xist. Di civînê de bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Rimêlanê amade bûn, her wiha Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl, nûnerên komîn, meclîs û saziyên sivîl ên herêmê amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Aldar Xelîl rewşa Efrînê nirxand û wiha got, ʺBerxwedsana li Efrînê, berxwedana hebûn û nebûna me ye. rewşa ku herêm tê re derbas dibe rewşeke hestyar e û êrîşên dagirkeriya Tirk a li dijî sivîlên Efrînê roj bi roj dijwartir dibe. Raste çekên me yên pêşketî tune ne, lê çeka me vîna gelê me yê berxwedêr û girêdana bi ax û şehîdan re ye.ʺ

Xelîl diyar kir ku hin kes dibêjin ku koalisyona navneteweyî û dewletên mezin em îxanet bi me re kirin û wiha domand, ʺEm ji gelê xwe re dibêjin, rojekê me pişta xwe bi tu kesî xurt nekiriye ku em îro bêjin îxanet bi me re kirine. Ji destpêka şoreşa Rojava de, me bi hêza xwe bi derfetên xwe ava kirin. Piştî ku hêzên me îsbat kirin ku dikarin terorê bin bixin, koalisyona navneteweyî destek da me. Lê ev destekdayîn tenê ji bo rizgarkirina cîhanê ji terorê bû.ʺGIRKE_CVINA_MELAT (2)

Xelîl da zanîn ku ew ê bi vîn û îsrara xwe plan û armancên dijmin bin bixin  û wiha got, ʺEm ê bi îsrar û yekîtiya xwe bigihêjin armancên xwe. Em ji bo parastina gelê xwe yê Efrînê her tiştî dikin. Lê em li bermaberî êrîşên qirkirinê ne, divê em ked û bedelên hê mezintir bidin.ʺ

Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir, ʺMadem êrîş li ser hebûna me hene, em nikarin bi ewlehî bijîn. Ji ber vê yekê divê em asta têkoşîn berxwedanê bilind bikin da em jiyaneke azad bijîn. Berxwedana me didome, şervanên me bi qehremanî şer dikin. Şerê Efrînê, şerê hebûn û nebûnê ye.ʺ

Civîn bi nîqaş û guhdarkirin nêrînên beşdaran bi dawî bû.

(mm)

ANHA