Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bê Kurdkirina li rojavayê Firatê li Êrfîn dewam dike

ANALİZ

AZÎZ KOYLUOGLU

Gelê Kurd li Efrîn an jî bi gotina pîrên vir Êrfîn, ji dîrok tê zanîn 5300 sal berê ji niştecihbûna gundan derbasî niştecihbûna bajaran bûne. Ne tenê bajar bi 12 xwedayên xwe û pîrozgehên wek Êdara yan jî bi gotina Eyndara pergeralek baweriya xurt dane avakirin. Kêla Hûriyan û bajarê di bin Kêlê hatiye avakirin de, ji aliyê Hatî û pişt re jî ji aliyê Romayî ve wek navenda herêmê hatiye bikaranîn. Li gora hin dîroknasan di dîrokê de Kurdan li derdora derya Spî û çiyayê Torosan derbasî bajarvaniyê bûne. Bermahiyên li vê herêmê yên dîrokî jî vê piştrast dike.

Ne tenê Êrfîn erdnîgariya herêmê bi giştî wiha ye. Him herêmên Qerexan, Islahiye, Erzîn, Dortyol di warê demografîk de her çend ji çêbûna dewleta Tirk hate niha guhertinek bi sîstemî hatibe kirin jî, lê ev rastiya nayê guhertin. Ji dema Osmaniyan heta niha ve ev 200 sal zêdetir li ser herême bi zanebûn demografiya herêmê tê guhertin. Ev guhertina demografîk ji çar milan ve tê kirin. Osmaniyan bi vê armancê hejmarekî zêde Çerkez anîn li Minbicê bi cih kirin. Berî wê jî, ji bakûrê Azerbeycan hejmerakî zêde gelê Tat anî li herêma Şahba bi cih kirin. Dîsan eşîrên Ereb ji herêmên cûda cûda anîne heremê. Beşek ji guhertina demografî jî hin komên Tirkmen li herêmê bi cih kiribûn.

Piştî dewletên milî yên Tirk û Ereb li herêmê bûn deshilatdar, him ji Sûriyê ve him jî ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo guhertina demografî hewldan zêdetir bûn. Dewleta Tirk a dagirker herêma Dîlok û Îskenderûn wek cihên ji Kurd û Erebên Elewî bê valakirin destnîşan kir. Dewleta Sûriyê jî piştî li herema Şahba demografiya herêmê guhert, berê xwe da Êrfîn û hejmarekî zêde li ser bingeha ‘Kembera Erebî’ bi cih kir.

Ev 200 sal zêdetire dewleta Tirk/Osmanî li rojavayê çemê Ferehatê bi guhertina demografî û qirkirinê dixwaze bê Kurd bike. Ji bo wê jî gelek komên gelên Qafqasî anîn li herêmê bi cih kirin. Ew têrê nekir, di salên despêka 1900’î de ji Balqan gelek gelên bibûn Musliman û bi wê xwe Osmanî didîtin li Erzîngan, Sêwas, Melêtê, Mereş, Dîlok, Heleb û Îskenderûn bi cih kirin. Ev di çarçoveya siyaseta wê demê ya Osmaniyan de ku ‘li cihekî hejmarek zêde yê gelek hebe divê li wir ji bo kontrolkirina wî gelî, gelên din li herêmê bên bicihkirin û pêwîst bike ji gelê niştecih hejmarek bi darê zorê were koçberkirin. Dewleta Tirk piştî 1920’an lezda vê guhertinê û wek stratejî rojavayê Ferehatê were bê Kurdkirin. Ev polîtîka bi Sêwasê destpêkir û bi komkujiya Mereşê re domiya.

Hemû hewldanên zordarî û guhertina demografiya herêmê ji aliyên dewleta Tirk/Osmanî û Sûriyê jî gelê Kurd yê niştecihê resen vê axê berxwedan û ji axa xwe derneketin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî herêma Şahba dagir kir, 196 gundên Kurdan ên wê herêmê talan kirin û gelê Kurd ê wê herêmê neçarî koçberiyê kir. Li şûna wan komên cîhadî ên Ûygûr Çîn û Türkmenîstanî bi cih kirin. Niha ev siyaseta bê Kurdkirinê lê herêmê didome. Yên naxwazên ji malê xwe derkevin jî bi girtin û gefa kuştinê re rûbirû ne.

Ev 40 roj in dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirin, talankirin û guhertina demografiya herêmê êrîşî Êfrîn dike. Dîktatorê dewleta Tirk Erdogan jî ev armancê xwe bi zimanekî vekirî eşkere dike. Erdogan dibêje ku ‘ez ê koçberê li cem xwe li Efrîn bi cih bikim’. Êrfîn li Sûriyê cihê herî kêm koçberî lê bûye. Ji sedî 90 niştecihê Êfrîn li ser axa xwe mane di şerê li Sûriyê de. Berovajî wê ji herêmên wek Hema, Heleb, Humis, Dêrazor, Reqa, Idlib, Deraa bi hezaran gelê Sûriyê li Êrfîn bicih bûne. Gelê Êrfîn evan kesên ji şerê li Sûriyê reviyabûn qebûl kirin û malavahiya wan kirin.

Êrfîn cihekî wiha bû ku di van 7 salên şerê li Sûriyê de cihê herî aram bû, kesên dixwestin aram jiyan bikin, berê dan Êrfîn. Fermandarê artêşa Tirk a dagirker Îsmaîl Metîn Temel ê êrîşê Êrfîn dike jî di gotina xwe de vê yekê îspat dike û wiha dibêje ‘Dewlemendên Sûriyê li Êrfîn di nava kêfê de jiyan dikin, ev 7 sal in fîşkek li Efrîn neteqiya ye’. Ev gotin jî armanca dewleta Tirk a dagirker a guhertina demografî, talankirin û xerabkirina aramiya herêmê eşkere dike.

Ev 200 sal zêdetire dewleta Tirk/Osmanî bi armanca rojavayê Firatê bê Kurd bike çi ji destê wê tê dike. Komkujî, koçberkirina bi zorê, talan hwd… bikar anîn û hêjî bikar tîne. Niha jî li Êrfîn ev siyaset didome. Dewleta Tirk heta niha gundên Kurdan ên li ser sînor dagirkerine. Evan gund bi temamî hatine valakirin. Hin kesên pîremer li gundan mabin jî, ew jî wek dîl tên bikaranîn.

Niha pirs ev e? Gelê Kurd dê rê bide siyaseta qirkirinê ku ev 200 sal in bênavber liser didome, dê gelê Kurd bihêle li ser Êfrînê bidome? Yan wê siyaseta qirkirinê ya 200 salsn didome dê li Êrfîn bişkînin û rêya azadiyê li her derê ji bo gelê Kurd vebikin?

(jh)

ANHA