Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Civaka navdewletî tenê berjewendiyên dewletan diparêze’

YEHYA HEBÎB

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Muhfezekaran a Demokratîk Besman El-Esaf diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê di çarçoveya temakirina tirajîdiya wê ya reş a bê dawî de pêk hatiye û wiha got: “Civaka Navdewletî jî derbarê êrîşa wan bê denge. Saziyên wan bûne cihê parastina berjewendiyên dewletên mezin.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrîşî kantona Efrînê dikin. Tiştê balkêş civaka navdewletî heta niha derbarê êrîşan de dengê xwe ne kiriye. Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Muhfezekaran a Demokratîk Besman El-Esaf derabrê mijarê de pirsên ajansa me bersivandin.

*Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê dikin, Rûsiya jî êrîşî Xûta Rojhilat dike. Çi têkilî di navber herdû herêmên Sûriyê yên rastî êrîşa 2 aliyên xwe wekî misogeriya agirbesta li Sûriyê pênase dikintê, heye?

Tu misoger ji agirbesta li Sûriyê nîne. Rewşa em niha jiyan dikin, ne tiştekî nû ye. Di her itîfaqeke derbarê agirbestê yan bê çalakiyê de tevî ku di riya Rûsiya û Amarîka de jî pêk tê, agirbestê nayîne. Lê di dawî de jî berjewendiyên dewletan di ser her tiştî re hesab dikin.

*Rojane bi sedan welatiyên Sûriyê li Xûta û Efrînê têne qetilkirin, civaka navdewletî jî bê denge, gelo ev tê wateya ku civaka navdewletî jî di komkujiyên ku bi destê Rûsiya û Tirkiyê têne kirin de şirîke?

Konseya Ewlekariyê û Desteya Giştî ya NY’yî nûnertiya Civaka Navdewletî dike. Lê ev saziyên navborî tenê bûne cihên qanûnên ku berjewendiya dewletan û ên bi wan re dikevin nava hevkariyê de diparêze. Bi wateyek din, yenî em behsa rêze têkiliyên navdewletî dikin, berjewendiyên ji xwe re dixin çerçeveke qanûnî de, lê tu exlaqên mirovahiyê tê de nîne.

*QSD’ê şirkîkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ye, lê koalîsyona ku Amarîka serkêşiya wê dike derbarê êrîşên Efrînê heta niha bê denge. Ev bê dengiya Amarîka tê wateya ku ew jî ji rewşa Efrînê şirîke?

Dewletên Yekbûyî yên Amarîka beşek ji sîstema navdewletî û ya herî bi bandor di cîhanê de ye. Lê berjewendiyên wê bandore li helwestan dike. Em behsa dewletên mezin dikin, ne saziyên  xêrxaziyê ne. Bê guman tiştê li Efrînê dibe cihê şermezariyê ye.

*Li Efrînê derdora milyonek welatiyên sivîl jiyan dikin. Dewleta Tirk niha taxan bombebaran û topbaran dike, çima civaka navdewletî nakeve tevgerê da ku êrîşên Artêşa Tirk rawestîne?Di nerîna we de gelo ew li bendê ne ku komkujî li Efrînê pêk were, da ku tevger in?

Efrîn di salên derbasbûyî de ji şerê Sûriyê bajarê herî aram û bi ewle bû. Hejmarek mezin ji koçberên hemû herêmên Sûriyê pêşwazî kir. Lê mixabin Efrînê jî wekî hemû Sûriyê bû qurbana bazar û berjewendiyên navdewletî wê welatiyên bê guneh buhayê bazarên wê bidin.

*Bi cih bûna Tirkiyê di Bakurê Sûriyê de tê çi wateyê? Metirsîna hebûna Tirkiyê ya di aloziya Sûriyê de bandore li ser çareseriya ku ev 8 sal in pêk nayê nîne?

Hemû destwerdanên ji derve di xaka Sûriyê de neyê qebûlkirin. Ma gelo dewletên herêmî ku destê wan di Sûriyayê de nîna meye? Ev destwerdanên wan hişt ku li Sûriyê wêranî û xirabiyeke mezin çêbibe, di encamê de mirovên bê guneh û kevir jî bûne qurbaniya wê. Êrîşa dewleta Tirk di Efrînê de jî vê tirafîdiya li Sûriyê didomîne û di nerîna min de wê wiha zû temam nebe.

(dc)

ANHA