Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewletên misogeriya agirbestê komkujî pêk anîn, aloziya Rûsiya û Birîtaniya kûr dibe

panaroma

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewletên ku navê sîfeta misogerkirina agirbersta li Sûriyê li xwe dikin bi xwe li Xûta Rojhilat û Efrînê komkujiyan pêk tînin. Di heman demê de behsa destpêkirina şer li herêma başûrê Sûriyê ya navê herêma agirbestê lê hatiye kirin, tê kirin. Di aliyê din jî Serokê Filistînê banga Amarîka ya beşdarbûna wî ya di civîna rizgarkirina Xeza de qebûl ne kir. Li aliyê din aloziya di navbera Rûsiya û Birîtaniya kûr dibe.

Tiştê li Efrîn û Xûta pêk tê itîfaqa Rûsiya û Tirkiyê ye

Rojnameyên ereban di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser geşedan û pêşketinên di rewşa Sûriyê de û bi teybat êrîşa rêjîma Sûriyê ku bi piştgiriya Rûsiya li ser Xûta Rojhilat têne kirin, her wiha êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê wekî mijarên sereke girtin dest. Rojanemeya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê “50 hezar kes ji Xûta û Efrînê bi nêzîkbûna dawîkirina êrîşan re koçber bûn” avêt. Rojnameyê got ku geşedanên di şerê li Efrîn û Xûta Rojhilat a Şamê de li ser 2 xetên beranberî hev dimeşin û wiha dom kir “Ev tişt raporên ku itîfaqa di navbera Tirkiyê û Rûsiya de zêde dike, diyar dike. Pêşketina her aliyekî li gorî ya aliyê din bi hev re pêk tê.”

Dewletên misogeriya agirbestê komkujiyan pêk tîn in

Rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser mijarê sernavê “170 kuştî di sê komkujiyên ku hêzên Rûsiya û rêjîma Sûriyê pêk anîn… De Mestura: Gelê Xûta di dojgehê de ne” avêt. Rojanemeyê di nivîsa xwe de got ku rojek din a bi xwîn li Sûriyê pêk hatiye. Rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsiya li dijî sivîlan komkujî pêk anîn û wiha dom kir: “Di encamê de 170 sivîl hatin kutşin. Hêzên rêjîmê bi piştgiriya ezmanî ya balafirên Rûsiya re pêşketine mezin bidest xistin.”

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijdarê de sernavê “Dewletên misogeriya agirbestê (Rûsiya, Tirkiyê û Îran) komkujî pêk anîn. Rojanemyê da zanîn di encama bombebarana li ser Efrînê de 27 sivîl hatin kuştin.

Pîlanên Tirkiyê bû sedema şerpezebûna welatiyan

Li ser pîlanên dewleta Tirk ên dagirkeriya xaka Sûriyê rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê “Niyta Tirkiyê nîne ku Efrîn radestî Esed bike.. Danûstendinên bi Amarîka re paş dixe” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: “Serokomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku hêzên welatê wî wê ji Efrînê dernekevin, heta armanca xwe pêk bîn in. Dewleta Tirk diyar kir ku niyeta wê nîne ku Efrîn radestî hêzên rêjîma Sûriyê bike.”

Rojnameya El-Heyat jî li ser êrîşên Artêşa Tirk a li ser Efrînê sernavê “Li Efrînê êşeke mezin, şervanên kurd seferber bûne” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: “Ji destpêka êrîşa li ser Efrînê ku di 20’ê çile de destpê kir û heta niha, bi hezaran welatiyên ji gund û bajarokên sînor berê xwe dan bajarê Efrînê. Vê yekê alozî û êşa li vir zêde kiriye, bi taybet ji ber qutbûna xizmetên giştî li herêmê.”

Li ser bangên navdewletî yên derbarê êrîşên Efrîn û Xûta yên li dijî sivîlan hin nerazîbûn êdî derdikevin. Rojanemeya El-Heyat derbarê mijarê de got ku Holand ji Ewropa xwest ku bersiva tevgera Tirkiyê û Rûsiya bide” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: “Serokê Firansa yê berê Firanswa Holand bang li NATO û dewletên Eworpa kir ku li dijî tevgera Tirkiyê û Rûsiya yên leşkerî li Xûta û Efrînê derkevin û zextê li wan bikin da ku dawî li êrîşên xwe bîn in.”

Defa şer li Derayê jî lê dide

Derbarê tevgera leşkerî ya rêjîmê li başûrê Sûriyê jî rojanemeya El-Qudis El-Erebî sernavê “Defên şer li Derayê piştî 8 mehan carde lê dide” avêt. Rojnameyê derbarê mijarê de wiha got: “Careke din Dera ya başûrê Sûriyê derketiye pêş. Piştî bê dengiya ku 8 mehan li wir dewam kir carde behesa êrîş û şer tê kirin. Herêma Dera jî wekî herêmên kêmkirina şer hati0bû ragihandin. Ev herêm piştî ku di navbera Rûsiya û Amarîka itîfaqek veşartî li Paytexta Urdin Emanê di tîrmeha 2017’an de hate imzekirin, pêk hat.”

Îraq û Kendava Ereban

Derbarê rewşa Îraqê de Rojnameyan gelek mijar girtin dest. Rojanameya El-Şeriq El-Ewset derbarê têkiliyên Îraq û dewletên Kendava Ereban de sernavê “Pîlaneke Îraqî ji bo danûsteninên bi dewletên Kendava Ereban re” avêt. Rojanemeyê destnîşan kir ku hikûmeta Îraqê ji bo vê mijarê pîlanek stratejîk amade kiriye û ev bi daxuyaniyekê ragihand.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê têkiliya di navbera Bexda û Hewlêrê de sernavê “Bexdad û Hewlêr li ser yekirina mesrefan û baceyan lihev kirin” avêt. Ronameyê derbarê mijarê de wiha got: “Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ragîhand ku wan qedexeya firînê ji ser balafirên herêma Kurdistanê rakiriye û destnîşan ku ev piştî itîfaq û erêkirina rayedarên kurdî li ser hin mijaran pêk hatiye.”

Salvegera komkujiya Helepça

Derbarê salvegera komkujiya Helepça jî rojanemeya El-Şeriq El-Eset sernavê “Kurd di salvegera 30’yî ya komkujiya Helepça  gazinc kirin” Rojnameyê destnîşan kirin ku welatiyên kurd ên tevlî merasîma salevgera 30’yî ya komkujiya Helpça ya 5 hezar kurdên Îrqa ê teê de hatin kuştin bûn cilên rewş li xwe kiribûn û qurbanî bibîr anîn.

Debarê heman mijarê de jî rojanemeya El-Heyat sernavê “Mesûd Barzanî ji dewelta Îraqê daxwaze tewîza derbarê kokujiya Helpça kir”

Doza Filistînê

Li ser rewşa Filistînê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê “Serokê Urdisnê û Serkê Filistanî vejanda danûstinên aştiyê nîqaş kirin” avêt. Rojnameyê got ku herdû aliyan destpêkirina danûstendinan di navbera Filistînê û Îsraîlê de nîşan kirine.

Rojnemaye El-Heyat jî li ser mijaêr sernavê “Hikûmeta Filistînê pîlna Amarîka ya dewletek li Xeza û rêveberiyek anetnatîf rexne kir” avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebas qebûl ne kir ku nerîna Amarîka bixwîne jî û tevlî civîna ku li Amarîka bi navê Rizgarkirina Xeza hate lidarxistin nebû.

Derbarê rewşa Yemenê jî rojanemeya El-Ereb sernavê “Matês li Omanê rawestandina çekên Îranê ji Hûsiyîn re nîqaş kir” avêt.

Aloziya dîplomasî ya di navbera Rûsiya û Birîtaniya

Derbarê mijarê de Rojnemeya El-Ereb sernavê “şerê sar di navbera Rûsiya û Birîtaniya de destpê kiriye” avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku Birîtaniya biryar daye ku rawestandina xwe ya li dijî Rûsiya xurtir bike û mijara jehirkirina sîxurtê Rûsî yê Berê û Keça wî ya li Birîtaniya alzoiya dîplomsî di navbera herdû welatan de derxist.

(dc)