Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ebîr Hesaf: Divê Konseya Ewlekariyê nebe şirkê komkujiyên li dijî Efrînê

HÊWA MEHMÛD

QAMIŞLO – Hevseroka Desteya Tenduristyê ya Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf got, “Pêwîste Konseya Ewlekariyê û hiqûqa mafên mirovan destwerdanê bike da ku rê li pêşiya hevpeymanên ku li ser hesabê zarokên Efrîn têne meşandin, were girtin.”

Ebîr Hesaf têkildarî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê, ji ajansa me re axivî. Ebîr Hesaf destnîşan kir ku êrîşên hovane yên ku nexweşxaneya Avirîn hedef kir rastiya hikûmeta Tirkiyê ku hemû nirxên û qanûnên mirovî binpê dike, diyar dike.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf got, ” 57 roj in li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê  derbas bû. Artêşa Tirk bi tank, top û balafiran, hewl dide sivîlên Efrînê qir bike.”

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh nexweşxaneya Avirîn bi awayekî hovane toparan kir, di encamê de, 9 sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û bang li Konseya Ewlekariyê û saziyên mafê mirovan kir ku destwerdanê bike da ku rê li ber hovîtiya Tirkiyê ya li hemberî sivîlan were girtin û got, “Nebin şirîkên rijandina xwîna sivîlên EFrînê.”

Artêşa Tirk a dagirker duh, 16‘ê Adarê komkujiyeke li Efrînê pêk anî, di encamê de 47 sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA