Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Erdogan ji têkçûnên xwe encam negirtiye

ANALİZ

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Diyar e Erdogan û çeteyên girêdayî wî ji têkçûnên û têkşikandinên xwe yên dubare sûd wernegirtine û bi hemû rêbazan hewl didin vîna azad a pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê têk bibin û fitneyê di navbera wan de derbixînin û dagirkeriya xwe ya şovenîst li herêmê pêk bînin.ANALIZ (5)

Erdogan ji bo şoreşa Rojava têk bibe bi riya çeteyan û hin kesên xwefiroş ku ji destpêkê ve şoreşa Sûriyeyê firotin û xwe avêtin hembêza Erdogan hemû rêbazan dide meşandin. Erdogan hewl dide dagirkeriya dewleta Osmaniyan li herêmê li ser hesabê azadiya gelên herêmê vegerîne, nemaze bi riya projeya xwe ya Ixwan Muslimîn û alîkariya bi komên çete û terorîst re.

Di encama rêveberiya Waşintonê ya Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê de ku alîkariya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel re dike, Tirkiye ji Waşintonê ne razî ye ji ber ku ev mijar projeya wê li herêmê dixe metirsiyê û desthilatdariya wê ya li ser gelên herêmê li hemberî tunebûnê rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê Tirkiye hewl dide bi hemû hêz û derfetên xwe projeyên çareserkirina aloziya Sûriyeyê têk bibe, bi taybet projeya federaliya demokratîk ku pêkhateyên  Bakurê Sûriyeyê didin meşandin.Kurdish members of the Self-Defense Forces stand near the Syrian-Turkish border in the Syrian city of al-Derbasiyah during a protest against the operations launched in Turkey by government security forces against the Kurds

Hesabên Tirkiyeyê li herêmê cûda ne û xema wê ya sereke ew e ku derbeyekê li YPG’ê bide ku li pêşiya dagirkeriya çeteyên girêdayî Tirkiyeyê bûye asteng, ji aliyekî din ve ji ber ku şervanên YPG’ê çeteyên DAIŞ’ê û dewleta wan a xîlafetê têk şikand. Her wiha bi belgeyan eşkere bû ku çeteyên DAIŞ’ê alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin. Ji ber vê yekê Erdogan xwe davêje hembêza Rûsyayê da ku sozekê jê werbigire û pilana xwe ya dagirkirina Bakurê Sûriyeyê pêk bîne û weke ku çawa herêma Iskenderûnê li nexşeya Tirkiyeyê zêde kir hewl dide herêmên Bakurê Sûriyeyê jî lê zêde bike.

Lê tişta ku Erdogan hesabê wê nekiribû û bi taybet piştî ku derbasî Idlibê bû û gefa êrîşan li Efrînê û hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê dixwe ew e ku alîkariya Emerîka bi QSD’ê re zêde dibe û Îran jî derketina rêjîma Baasê ya bi serokatiya El-Esed ji desthilatdariyê qebûl nake. Her wiha hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li derdora hêzên xwe QSD’ê civiyan e û projeya xwe ya demokratîk bi riya Meclîsa Sûriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diçespînin. Rêjîma Tirkiyeyê nizane ku Rûsya hemû çeteyên girêdayî Tirkiyeyê di Idlibê de kom dike da ku li vir tune bike.

Rûsyayê di rêvekirina dagirkirina Tirkiyeyê ji bajarên Bakurê Sûriyeyê re Erdogan xapand û bi wê re girêdestên çekan bi wê re îmze kirin. He wiha dê parêzgeha Idlibê jî radestî rêjîma Baasê û hêzên Rûsyayê bike weke ku çawa li Helebê pêk hatiye.ANALIZ (1)

Di pilana nû ya Tirkiyeyê de ji bo ku herêmê dagir bike, hêzên xwe li ser sînorên herêmên Bakurê Sûriyeyê belav dike û li gelek deverên sînor dîwarê ku beriya niha ava kiribû radike da ku bi hêsanî çeteyan derbasî Bakurê Sûriyeyê bike. Erdogan di hevdîtina xwe ya bi serokê Fransayê Îmanwêl Makron re li Parîsê di Îna borî de ragihand ku ew derfetê nade ku herêmên Bakurê Sûriyeyê bi hevûdu ve bêne girêdan û weke xeteriyekê li ser Tirkiyeyê û projeyên wê yên dagikeriyê bi nav kir.

Piştî ku Erdogan ji Fransayê vegeriya, hêzên artêşa dagirker a Tirkiyeyê tavilê dest bi pêkanîna pilanên xwe kirin û êrîşî gelek deverên herêma Efrînê kirin. Her wiha gelek balefirên bê pîlot ên keşfê di ezmanê Efrînê re firandin. Di heman dema van êrîşan de li herêma Cizîrê jî artêşa Tirk dîwarê sînor li gelek deveran rakirin.

Piştî ku Koalîsyona Navnetewî ragihand ku ew hewl dide artêşeke nû ji 30 hezar leşker ava bike da ku parastina herêmên rizgarkirî bike, Tirkiye bêtir bi hêrs bû. Ev hêza nû jî dê li seranserî sînorên Bakurê Sûriyeyê û sînorên Îraqê heta geliyê Firatê bêne bicihkirin.

Rayedarekî paya bilind ê Tirkiyeyê ji Reuter’s re ragihand ku sedema bangkirina wan ji erkdarê karûbarên Emerîka li Enqereyê di hefteya borî de ji ber sedema perwerdekirina Emerîka ji artêşeke nû ye ku dê parastina sînor bike. Berdevkê serokê Tirkiyeyê Erdogan ev gava Emerîka weke xemgîniyekê bi nav kir.

Buroya Karûbarên Giştî ya Koalîsyona Navnetewî di peyameke xwe ya ji Reuter’s re lêhûrbûnên avakirina artêşa nû ragihand. Li gorî Buroyê nîvê leşkerên vê artêşa nû xwedî tecrûbe ne û nîvê din jî niha tên perwerdekirin. Alîkariya Emerîka bi QSD’ê re bandoreke neyînî li têkliyên wê bi Tirkiyeyê re dike.ANALIZ (7)

Di vê derbarê de berdevkê serokatiya Tirkiyeyê  Îbrahîm Kalîn di daxuyaniyekê de wiha got: “Tirkiye dê berdewam tedbîrên xwe ji bo parastina ewlehiya xwe ya netewî werbigire.”  Her wiha dê çalakiyeke leşkerî li dijî herêma Efrînê pêk bînin û biryara wê ya dawî dê di civîna Meclîsa Ewlehiya Netewî ya Tirkiyeyê di çarşema bê de were girtin. Ji ber vê biryarê aloziya di navbera Tirkiye û Emerîka de dijwartir bûye û li ser vê yekê Enqere bang li erkdarê karûbarên Emerîka li Enqereyê kir da ku mijarê bi wî re gotûbêj bike.

Tirkiyeyê  çalakiyên xwe yên leşkerî beriya civînê dane destpêkirin û û gelek deverên herêma Efrînê topbaran kirin. Her wiha li gorî çapemeniya wê pilanekê amade dike da ku Bakurê Sûriyeyê dagir bike û pilanên xwe yên ragihandina dagirkeriya Osmaniyan li herêmê pêk bîne.

Tirkiye bi van pilanên xwe hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe û li ser têla etnîkî, mezhebî û eşîrtî dilîze û hewl dide di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyan derbixîne. Girêdayî mijarê Tirkiyeyê hin kesên xwefiroş kom kirin û civînek ji wan re li Tirkiyeyê lidarxist da ku bi riya wan pilanên xwe bide meşandin.ANALIZ (6)

Qonaxa yekemîn dê piştî civînên veşartî bi çeteyan re were destpêkirin û dê dest bi fitneyan li herêmê bikin û agirê mezhebî li herêmê vêbixînin da ku zemînekê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re li herêmê peyda bikin.

Qonaxa duyemîn Tirkiye dê komên çete yên cûda li herêmên rizgarkirî kom bike û alîkariya darayî bi wan re bike da ku xwepêşandanên li dijî QSD’ê lidar bixin û û tevliheviyan derbixînin.

Di qonaxa sêyemîn de dê hêzeke leşkerî ji 5 hezar çete ku li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin ava bike, da ku dest bi dagirkirina bajarên rizgarkirî bikin, nemaze piştî ku atmosfêrekî tevlîheviya mezhebî li herêmê derbixîne û di vê derbarê de dê alîkariyê ji “Mertala Firatê” werbigire ku ew jî dê çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmê ji nû ve bide destpêkirin.ANALIZ (3)

Lê vê carê eşkere dibe ku pilana dagirkeriya Tirkiyeyê ti carî bi ser nakeve , bi taybet ji ber ku hemû pêkhateyên herêmê ji van komplo û pilanên Tirkiyeyê haydar in û hevgirtina xwe xurt dikin û pilanên Tirkiyeyê yên dagirkirina herêmê qebûl nakin. Her wiha hemû pêkhateyên herêmê ragihandin ku projeya federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê riya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

(jh)

ANHA

ANALIZ (2) ANALIZ (1)ANALIZ (1)