Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Kesrat komkujiyên dagirkeran li dijî sivîlên Efrînê şermezar kirin

Dîmen

REQA – Bi sedan şêniyên herêma Kesrat a gundewarên Reqayê li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Efrînê pêk tîne, meşek li dar xistin û gotin, “Em hemû Efrîn in”REQA-MIS (1)

Nerazîbûn li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tînin, dewam dike.

Bi sedan şêniyên herêma Kesrar a gundewarên Reqayê, meşeke li dar xistin û êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin.

Meş ji çerxereya Meqes ber bi Pira Hedîd ve dest pê kir. Meşvana ku pankartên bi nivîsên “Gelê Reqa fedeayê Efrînê ne, kanî rêxistinên mafên mirovan, na ji bêdengiyê re û ji dagirkeriyaTirkiyê re û kujer Erdogan ” vekiribûn, bê navber dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyan beriz dikirin.

Girse, li pira Hedîd veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan bi navê Rûspiyên Eşîreyên Reqayê Cemal El-Tirkî, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulkerîm El-Zahir, bi navê Meclîsa Herêma Kesrat Îbrahîm El-Osman û bi navê Meclîsa Jinên Sûriyê Ala El-Xalid axivîn.

Kesên axivîn, komkujiyên artêşa Tirk ên li ser sivîlên Efrînê û bêdengiya raya giştî ya li hemberî van komkujiyan şermezar kirin. Axaftivanan gotin ku dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê tevahî xaka Sûriyê hedef digire û destnîşan kirin ku pêkhateyên Sûriyê dagirkeriyê qebûl nakin û wê li hemberî wê berxwedanê bikin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA