Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Qamişlo du cangoriyên Berxwedana Serdemê oxir kirin

Dîmen

QAMIŞLO – bi hezaran gelê Qamişlo cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê Hacî Elî (Riyad Qamişlo) û Ehmed Ehmed (Şervan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.

Herdû şehîdên Berxwedana Serdemê li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker, di 13 Adarê de, gihîştin asta şehadetê.

Girseya gel, şandeya Başûrê Kurdistanê ya ku ji Efrînê vegeriyaye û hemû meclîsên Kantona Qamişlo beşdarî vê merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mehyesîn da wiha got, ʺŞehîd rêberên têkoşîna me ne, weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye. Em soz didin ku em ê bi hemû rêbazan riya şehîdan bişopînin û li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.ʺ

Piştre bi navê şandeya Başûrê Kurdistanê Mele Saman moral da û wiha got, “Li ser Efrînê netirsin. Efrîn wê bi saya şervanên YPG/YPJꞌê yên ku xwe ji bo parastina Efrînê kirine mertal, bi ser bikeve. Gelekî berxwedêr li pey van şervanan heye û tu carî nahêlin ku dagirkeriya Tirk bi Efrînê şa bibe.”

Şervana YPJꞌê Sozdar Qamişlo jî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha berdewam kir, “Weke hûn dizanin ku ev nêzî du mehan e, Efrîn li hemberî dewleta duyemîn a NATOꞌyê ku bi hemû çekên giran êrîş dike, li ber xwe dide. Bi saya vîna gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJꞌê ev berxwedan berdewam e. Ji ber ku Efrîn xwedî maf e û li hemberî dagirkeran li ber xwe dide, em di wê baweriyê de ne ku serkeftin wê para Efrînê be.”

Sozdar di dawiya axaftina xwe de, soz da şehîdan ku Yekîneyên Parastin Jinê (YPJ) wê berxwedanê berdewam bikin û asta têkoşînê li hemberî dagirkeran bilind bikin.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Gel cenazeyên herdû têkoşeran bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(dr)

ANHA