Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Girîngiya alîkardayîna bi gelê Efrînê re hate destnîşankirin

QAMIŞLO – Di civînekê de ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji şêniyên navçeya Çil Axa re li dar xistibû, girîngiya destekdayîna bi koçberên Efrînê re hate nîqaşkirin û avakirina komîteyeke derbarê vê mijarê de hate destnîşankirin.

TEV-DEM`ê bi civînekê geşedanên dawî ji şêniyên navçeya Çil Axa re nirxand.

Di civîna ku li Mala Gel a navçeyê hate lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir.

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Medya Mihemed, pêşveçûnên dawî li ser asta Sûriyê, bi taybet rewşa Efrînê, nirxandin.

Medya Mihemed, bal kişand ku armancên sereke yên artêşa Tirk a dagirker ji êrîşên li ser Efrînê ew e ku tecrûbeya demokratîk a gelên Bakurê Sûriyê têk bibe û got, “Hêzên me li Efrînê li ber xwe dide, xeta biratiya gelan û jiyana hevbeş wê bi serkeve.”

Medya Mihemed her wiha bang alîkardayîna bi koçberên Efrînê re kir û got, “Dibe ku gelên Efrînê koçî herêma Cizîrê bibin, ji ber vê yekê pêwîste em wan wekî koçber hesab nekin û pêwîstiyên wan bi cih bîbnin.”

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Medya Mihemed herwiha girîngiya avakirina komîteyeke ji bo pêşwazîkirina şêniyên Efrînê û komkirina alîkariyan destnîşan kir.

(bb)

ANHA