Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hedefgiritna nexweşxaneya Efrînê hemû zagon binpê kirin

Dîmen

TEBQA- Artêşa Tirk bi êrîşa xwe ya hovane ku li dijî Efrînê pêk tîne hemû irif û peymanên navdewletî û qanûnên ku hemû cîhan li ser lihev kirine binpê kirine. Nexweşxane û hemû saziyên xizmetguzarî yên bi jiyana mirovan re eleqedare bombebaran dike.DIYANA-SALIH-620x364

Êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û hedefgirtina sivîlan bi balafir, tang û topan karekî li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Dewleta Tirk dibistan, nexweşxane û hemû saziyên xizmetê ku bandore li jiyana welatiyan dike bombebaran dike, her wiha bi sedan welatiyên sivîl qetil kirin û bi sedan jî birîndar kir.

Di heman demê de jî civaka navdewletî, Konseya Ewlekariyê û hemû dewletên bi bandor ên cîhanê derbarê van êrîşan de hîn bê deng in. Ev 58 roj in û êrîşa li ser Efrînê didome di encamê de zêdeyî 260 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûne, her wiha zêdeyî 700 welatiyan birîndar bûn. Ev tenê hejmartên ji Nexweşxaneya Avrîn hatine girtin. Dibe ku hejmar ji wiha bi gelekî zêdetir be. Ji ber derveta gelek malbatên birîndar û şehîdan nîne ku xwe bighîn in nexweşxaneyê heta.herî dawî jî duh dewelta Tirk Nexweşxaneya Avrîn ku tekane nexweşxaneya li Efrnê di xizmeta welatiyan de bû bombebaran kir û di encamê de gelek welatiyên sivîl şehîd bûn. Paşê jî daxuyanî da ku nexweşxane ji birînar û nexweşan vala bû.

Desteya Tenduristiyê ya Efrînê jî îdaya dewleta Tirk deriwand û got ku hîn bi sedan welatiyên birîndar û nexweşên ku têne dermankirin di nexweşxaneyê de ne.

Hevserokê Komîteya Tendiristiyê ya Rêveberiya Demokratîk a Herêma Tebqayê Ibêd Muslim derbarê hedefgirtina Nexweşxaneya Tebqayê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em êrîşa dewlta Tirk a li ser Efrînê bi giştî û bomebarana nexweşxaneyan bi taybetî şermezar dikin. Di encama hedefgirtina nexweşxnaeyê de bi dehan sivîl birîndar û şehîd bûn. vê yekê rewşa mirovî ya li herêmê dijwartir kiriye. Di heman demê de bi dehezaran welatiyên Efrînê ji ber êrîşên Arêtşa Tirk koçber dibin.”

Dewleta Tirk ne cara yekeme  ku navendên tenduristî  hedef digere, lê belê berê jî navenda tnduristî ya Efrîn, her wina navenda Heyva Sor a Kurd bombebaran kiribûn. Bi van êrîşên xwe dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî binpê dike.

(dc)

ANHA