Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hesen Koçer: Rûsya û Tirkiye parçekirina Sûriyê dixwazin

QAMIŞLO – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Hesen Koçer rewşa dawî ya siyasî û leşkerî nirxand û wiha got, ʺRûsya û Tirkiye dixwazin li gorî berjewendiyên xwe Sûriyeyê parçe bikin.ʺTIRBESPIYE-CIVINA-TEV DEME (2)

TEV-DEM ji bo nirxandina rewşa siyasî û leşkerî bi şêniyên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo re civiya. Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Hesen Koçer û Endama Rêveberiya TEV-DEMʹê Hediye Şemo amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hesen Koçer axivî  birxêrhatina beşdaran kir û wiha got, ʺDewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya Rûsyayê dixwaze axa Sûriyê dagir bike. Em vê yekê qebûl nakin. Projeya me ya demokratîk parçekirina axa Sûriyê armanc nake. Armanca me avakirina Sûriyeke Federal û demokratîk e.ʺ

Koçer anî ziman ku ji destpêka şoreşê de, dewleta Tirk komên çete di bin navên cûda de derbasî Sûriyê dike û diyar kir ku armanca Tirkiyê ya sereke parçekirin û dagirkirina axa Sûriyê ye. Koçer wiha domand, ʺJi ber vê yekê binketina DAIŞʹê li Reqayê xizmeta berjewendiyên Tirkiyê nake, ji ber ku Erdogan dixwest Reqayê bi ser axa Tirkiyê de berde û dewleta Osmanî ji nûve ava bike. TIRBESPIYE-CIVINA-TEV DEME (3)

Koçer destnîşan kir ku rêjîma Sûriyê li bermaberî Xûtaya rojhilat, Efrîn radestî Tirkiyeyê kir û wiha axivî, ʺÊrîşa li ser Efrînê bi hevpeymaneke Tirkî-Rûsî-Baasî pêk hat. Berxwedana Serdemê ku di roja xwe ya 58ʹan de ye, berxwedaneke dîrokî ye. Tu kes nikare ewqas roj li hember duyemîn hêza NATOʹyê li ber xwe bide. Hêz û vîna gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJʹê li hember çekên wan bi ser ket.ʺ

Koçer dawiya axaftina xwe de anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên ku di qada navneteweyî de qedexe ne jî li dijî gelê Efrînê bi kar anîn û da zanîn ku li hember vê yekê dewletên Ewrûpî, rêxistinên mirovî û Konseya Ewlekariyê bêdeng man.  Koçer destnîşan kir ku ev bêdengî hevkariya kuştina gelê Efrînê nîşan dide.

Piştre beşdaran nîqaş kirin û pirsên derbarê rewşa Efrînê de hatin bersivandin.

Civîn bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû.

(mm)

ANHA