Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hewldanên Tirkiyeyê têk çûn.. Rûsya xwe li ber Idilb xweş dike

ANALÎZ

NÛRHAT HESEN

EFRÎN – Ji dema ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) serweriya xwe li ser Idlibê ferz kiriye ve, Tirkiye hewl dide rewşa Idlibê rewa bike û navê Cebhet El-Nusra biguherîne da ku karibe pilanên xwe yên dagirkeryê di Sûriyeyê de berdewam bike û xebatên serweriya Rûsyayê li ser parêzgehê asteng bike, lê nikaribû bi ser bikeve. Gelo dê di bin navê Cebhet Tehrîr Sûriyeyê de karibe pilana xwe pêk bîne?

Piştî ku Cebhet El-Nusra baskê El-Qaîdê di Sûriyeyê de serweriya xwe li ser parêzgeha Idlibê ferz kir, parêzgeh veguherî navenda komên terorîst ên girêdayî Tirkiyeyê. Vê yekê hişt ku Emerîka Idlibê weke cihê herî mezin a komên girêdayî El-Qaîdê bi nav bike.

Cihê Idlibê yê li nêzî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hişt ku dewleta Tirk bi riya zarokê xwe Cebhet El-Nusra pilanên xwe li herêmê berfireh bike, xistina wê ya lîsteya terorê hişt ku Tirkiye bi riya tabûrên cûda navê wê veşêre.

Yek ji wan Cebhet Fetih El-Şam e, hin komên terorîst di 28’ê Tîrmeha 2016’an de beşdarî nava Cebhet El-Nusra bûn û tabûreke xwe ya nû ava kirin. Serçeteyê Cebhet El-Nusra Ebû Mihemed El-Colanî yekemîn car derdikeve ser ekranên telefizyonan û xwecûdakirina xwe ji El-Qaîdê radigihîne.

Piştre eşkere bû ku Cebhet Fetih El-Şam projeyeke Tirkiyeyê bû da ku Cebhet El-Nusra rewa bike.

Lê piştî wê Rûsya û Emerîka ragihandin ku Cebhet El-Nusra ango Cebhet Fetih El-Şam dê armanca êrîşên wan ên ezmanî bimîne, ango projeya Tirkiyeyê bi ser neket. Vê yekê hişt ku Tirkiye pilaneke xwe ya nû bimeşîne.

Li rex Cebhet El-Nusra hin komên nû li Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê derketin holê yên weke Nûredîn El-Zenkî, Ehrar El-Şam û Feyleq El-Şam û hemûyan kordîneya xwe bi Tirkiyeyê re dikirin. Lê Cebhet El-Nusra di wê demê de aliyê herî xurt bû û çekên wê yên herî pêşketî bûn. Cebhet El-Nusra hewl dan komên dijberiya wê dikin tune bike. Tunekirina wê ya Hêza 13’emîn û qewitandina Ehrar El-Şam ji deverên cûda yên Idlibê mînaka herî ber bi çav e.

Di 28’ê Tîrmeha sala borî de pilaneke nû ya Tirkiyeyê derket hole û hêzeke nû di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam de ava kir. Ev hêz ji her kesî re zelal bû ku stûna wê ya sereke Cebhet El-Nusra bû û Tevgera Nûredîn El-Zenkî û Tugaya El-Heq û Cêş El-Sunnê û Cebhet Ensar El-Dîn li wê hatin zêdekirin.

Emerîka careke din ragihand ku navlêkirinên wan bangorê li zêdekirina wan a lîsteya terorê nake û nîşan da ku helwesta wan ji Cebhet El-Nusra nayê guhertin û ji lîsteya terorê nayê derxistin.

Tirkiye serweriya hemû komên terorîst ên li Sûriyeyê dike û hemûyan birêve dibe, ango ew ava dike, ji hevûdu vediqetîne û beşdarî hevdûdu dike. Tirkiye bi van pilanên xwe hewl dide Cebhet El-Nusra rewa bike da ku êrîşên ezmanî li dijî van komên terorîst bêne rawestandin.

Niha li Idlibê çi tê meşandin?

Rûsya bi hevkariya hêzên bejahî yên rêjîma Sûriyeyê hewl dide bigihêje bajarê Idlibê û hewl dide ji destên komên girêdayî Tirkiyeyê derbixîne. Rêjîm û Rûsyayê êdî li ber deriyên bajaroka Seraqib a Idlibê ne piştî ku serweriya xwe li ser balefirxaneya Ebû Zihûr ferz kirin. Serweriya rêjîmê li ser bajaroka Seraqib tê wateya ku serweriya xwe li ser giştî riya sereke ya di navbera Heleb û Dîmeşqê de ferz dike.

Bêyî mijara ku Tirkiye li pey biloka Rûsya û Îranê diçe û pilanên wê pêk tîne di ber çavan re were derbaskirin, Tirkiye têkçûnê li Sûriyeyê hîs dike. Di rastiyê de lihevkirinek pêk hatiye ku Idlibê ya Rûsyayê be û Efrînê jî ya Tirkiyeyê be, ango senaryoya bajarên Heleb û Babê were dubarekirin. Eger ne wisa be, gelo çima êrîşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê di heman dema êrîşa rêjîmê li dijî balefirxaneya Ebû Zihûr bû?

Lê mijara girêkok ew e ku welatiyên Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe didin. Berxwedana welatiyên Efrînê ku di roja xwe ya 40’emîn de berdewam dike, bêyî ku Tirkiye karibe pêşketineke ber bi çav di Efrînê de bi dest xwe ve bîne û li aliyê din Rûsya ji bajaroka Seraqib ve nêzîk dibe û serweriya rêjîma Sûriyeyê li ser giştî riya di navbera Heleb û Dîmeşqê de nêzîk bûye.

Avakirina Cebhet Tehrîr Sûriye

Tirkiyeyê di 18’ê sibata 2018’an de hêzeke nû di bin navê Cebhet Tehrîr Sûriye ava kir. Ev hêz jî ji herdu tevgerên Ehrar El-Şam û Nûredîn El-Zinkî pêk tê. Lê vê carê navê Cebhet El-Nusra nehat eşkere kirin da ku karibe vê hêza nû rewa nîşan bide.

Niha li gundewarê rojavayê Heleb weke bajaroka Daritizzê di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Cebhet Tehrîr Sûriyeyê de şer û pevçûn rû didin. Li vir Tirkiye hewl dide nîşan bide ku ew dixwaze Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê tune bike. Serweriya Cebhet Tehrîr Sûriyeyê li gelek deverên rojavayê gundewarê Helebê nîşana herî ber bi çav e.

Dîsa hêviya Tirkiyeyê şikest

Piştî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara agirbestê stand, Rûsya careke din derket holê û got ku agirbest Ehrar El-Şam û Cêş El-Îslam nagire nava xwe. Bi vê yekê nîşan dide ku dê xebatên xwe ji bo serweriya li ser Xota El-Şerqiyê ya Dîmeşqê û giştî parêzgeha Idlibê berdewam bike. Rûsya eşkere ji Tirkiyeyê re dibêje: “Idlib a min e û ne ya te ye”.

Li rex têkşikandinên li pey hev ên li Idlibê, gelo Tirkiye dê pilan û projeyên nû derbixîne da ku rê li pêşiya sereriya Rûsya li Idlibê ku hewl dide ji destên komên girêdayî Tirkiyeyê derbixîne, bigire.

(jh)

ANHA