Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo Umer Elûş û Bîlal Kobanê sersaxî hate xwestin

Dîmen

KOBANÊ – Bi dehan şêniyên kantona Efrînê, ji bo Hevserokê Komîteya Têkiliyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê û Endamê Buroya Têkiliyan a MSD‘ê Umer Elûş û şervanê YPG‘ê Bîlal Hemze (Bîlal Kobanê ) sersaxî xwestin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo her du şehîdan konên sersaxiyê li bajarê Kobanê û gundê Piling ê dikeve rojavayê bajarê Kobanê vegirtin.

Bi dehan şêniyên kantonê, tevlî nûnerên partiyên siyasî, Tevgera Civaka Demokratîk, saziyên civaka sivîl herikîn konên sersaxiyê û sersaxî xwestin.

Di bin konê sersaxiyê yê Umer Elûş, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, piştî ku sersaxî ji malbata Elûş re xwest, got ku Şehîd Umer Elûş çanda hezkirin û aşîtiyê di nava gelên Bakurê Sûriyê de belav kir û ev tişt anî ziman “Aliyên dijber ên şerê aşîtî û biratiyê dikin, sedema aloziya ku Sûriyê ev çend salên tê re derbas dibin ew in. Di serî de Tirkiyê û Qeterê vê yekê dikin, hemû riyên çareseriyê digirin.”

Bi navê malbata Umer Elûş, kurê apê wî, Xalib Elûş axivî û got,ʺUmer giyanê xwe fedayî mirovahiyê dike. Elûş ne şehîdên yekemîn an jî yê dawî ye, lê şehîdê azadiyê ye.”

Xalib Elûş her wiha got, “Madem dijminên me aşîtiyê qebûl nakin, ji bilî berxwedanê tu çare nîne. Dewleta Tirk a dagirker vaya êrîşî Efrînê dike, civaka navdewletî û rêxistinên mirovî li hemberî komkujiyên derheqê sivîlan kerr û lal in.”

Li bin konê sersaxiyê yê Bîlal Kobanê jî axaftin hatin kirin.

Kesên axivîne, soza dewamkirina têkoşînê dan.

(bb)

ANHA