Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kurd, Ereb û Suryan: Divê civaka navdewletî ji bêdengiya xwe derkeve

Dîmen

COMERD ŞÊXO- FERHAD FERAŞÎN

QAMIŞLO- Pêkhateyên Qamişlo bê dengiya civaka navdewletî ya derbarê komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê şermezar kirin û gotin ku ew wekî gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê wê tu carî dagirkeran qebûl nekin.

Derbarê êrîşa Arêtaşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ku ev nêzî 2 meh in dewam dike û di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûne û birîndar bûn, welatiyên kantona Qamişlo yên ji hemû pêkhateyan ji ajansa me re axvivîn û êrîş şermezar kirin.

COROC

Welatiyê Suryanî Mesûd Ishaq derbarê mijarê de wiha got: “Em wekî gelê Rojava-Bakurê Sûriyê bê ku tu cûdahî di navber me de hebe, em bi hev re jiyan dikin. Em û şênyên Efrînê birane û em ê qebûl nekin ku Erdogan û çeteyên wî êrîşî xaka me bikin û li ser xaka me komkujiyan pêk bîn in. Em ne dagirkerin û tu timayên me di xaka kesî de nîne. Wê demê çima hûnê xaka me dagir bikin?”

Isheq pirsyar kir û wiha dom kir: “Çi sûcê welatiyên sivîl in ku bi awayekî hovane û bê ser û ber ji aliyê Artêşa Tirk ve têne bomebaran kirin û topbaran kirin. Tirkiê bi van êrîşên xwe jiyana me ya hevbeş û aram binpê dike. Em dizanin ku Tirkiyê piştgiriya teroristan dike.”

MEZER

Welatiyê bi navê Mîzer El-Asî jî derbarê mijarê de wiha got: “Erdogan heta nexweşxaneyan bombebaran dike. Gelê sivîl dike hedef. Tiştî dike ne mêraniye, Erdogan heger hûn hêza in werin bi şervanên xwe bi me şervanên me re şer bikin. Ne hûn balafir û teknîka herî pêşketî sivlan dikin hedef. Lê bela Erdogan û hemû çeteyên wî baş bizanin ku em ê tekoşîna xwe bidomîn in û em ê dagirkeran ji xaka xwe têk bibin.”

EMILIYA

Jina bi navê Êmîlya Dermîrtaş jî li ser mijarê got ku bombebarana li ser herêmên sivîl karekî ne merdiye û ev tişt anî ziman: “Ev têkçûyîna Erdogan û çeteyên wî ya li ber Berxwedana gelê Efrînê nîşan dide. Banga min ji civaka navdewletî re ku ji vê bêdengiya xwe derkevin û rê nedin  Artêşa Tirk û çeteyên wê ku komkujiyan li dijî sivîlan pêk bîn in. Ev berpirsiyara wan e jî, ew şirîkên Erdogan ên komkujiyan e.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20’ê çile ve bi awayekî hovana êrîşî Kantona Efrînê dike. Di êrîşa xwe de balafir û hemû cûreyên çekan bikar tînin. Di encamê de heta niha bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne. Her wiha ziyanek mezin di binesaziya bajar û herêmê de pêk hatiye.

(dc)

ANHA