Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Hesekê du civîn ji bo Efrînê hatin lidarxistin

Dîmen

HESEKÊ – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca nirxandina rewşa herêmê ya dawî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê du civînên cûda li salona Silko û salona Reşo lidar xist.

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê beşdarî her du civînan bûn. Cihê her du civînan, bi nivîsên “Efrîn wê ji Erdoganê faşîst re bibe goristanʺhatin daliqandin.

Her du civîn bi rêzgiritin hatin destpêkirin. Di civîna ku li salona Silko hate lidarxistin de,  Hevserokatiya Kantona Cizîrê Heyfa  Erebo li ser lehengî û berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê li hember êrîşên artrêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê axivî û ev tişt anî ziman “Berxwedana gelê me li Efrînê cihê ser bilindinê ye. Ji ber ku berxwedana li Efrînê hate kirin mîna wê li tevahî cîhanê çê nebûye. Şervanên me li hember balafir û tankan şer dikin.”

Heyfa Erebo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê digotin ku di 3`ê rojan de wê Efrînê bikeve destên wan lê dema ku armancaên wan pêk nehatin dem zêde kirin û got”Ev 57 rojin ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê topbarankirin û tevî vê yekê jî heta niha nikaribû têkeve navenda bajarê Efrînê.ʺ

Heyfa Erebo bang li gelê Bakurê Sûriyê kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û li hember komployan hişyar bin, ji ber dewlet  ji belavbûna fikrên netewa demokratîk û biratiya gelan ditirsin.

Di civîna ku li salona Reşo hate lidarxistin de jî, yek ji rêveberên TEV-DEM`ê Cahid Hesen axivî û hinek partiyên siyasî yên Kurd ên ku destek didin êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rexne û şermezar kir.

Cahid Hesen li ser destek dayîna gelê herêma Cizîrê û Firatê ji Berxwedana Serdemê re axivî û ev tişt got “Di cîhanê de hemû gel ji şer direvin lê gelê Bakurê Sûriyê berê xwe didan çeperên şer û li hember balafir, tank û topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dan û diyar kirin ku hemû gelê Sûriyê ji dilê xwe bi Efrînê re ye.”

Cahid Hesen di dawiya axaftina xwe de gotʺEm bi rêzgirtin hemû şehîdan bi bîr tînin. Em berxwedana şervanên xwe silav dikin.ʺ

Herdû civîn bi dirûşemyên silavkirina Berxwedana Serdemê bidawî bûn

(bx)

ANHA