Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Malbatên Şehîdan bêdengiya li hember komkujiyan şermezar kir

HELEB – Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê komkujiyên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku van kiryarên hovane rawestînin.

Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

ʺBi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û selametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Banga me ji rêxistinên mirovî û NY re heye ku bi lezgînî êrîş û komkujiyên li dijî gelê Efrînê rawestînin.

Di salvegera komkujiya Helebçeyê de, ev komkujî li Efrînê dubare dibe. Dagirkeriya Tirk dixwaze bi ewle qir bike û ji warê wî koçber bike. Li hember van kiryarên hovane, civaka navneteweyî bêdeng e. Banga me ji rêxistinên hiqûqî û NY re heye ku gelê Efrînê xelas bikin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.ʺ

Di dawiyê de dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ û ʺŞehîd namirinʺ hatin berzkirin.

(mm)

ANHA