Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa navenda Şengalê hate avakirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Şengalê konferansa xwe ya yekemîn lidar xist û di konferansê de meclîsa bajêr hate damezrandin.

Navenda bajarê Şengalê konferansa xwe ya yekemîn duh lidarxist û di konferansê de meclîsa bajêr damezrand.

Konferans ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweser a Şengalê Rîham Hico ve hat birêve birin. Nûnerên hemû sazî û niştecihên bajarê Şengalê tevlî konferansê bûn.

Di salona konferansê de pankartên, ‘Rêber Apo vîna gelan e’, ‘Xweseriya Şengalê bersiva fermana 73’an e’, ‘Xweseriya Şengalê tolhildana jinên Êzîdiye’ û ‘Xwedî derketina li Efrînê xwedî derketina li Şengalêye hatin daliqandin.”

Her wiha li ser mêza dîwanê jî nivîsa mezin a ‘Efrîn ne bi tenêye, Êzîdxan li pişt e û Helebce ji bîr naçe’ jî hate danîn.

Di konferansê de 26 endamên meclîsa bajarê Şengalê û hevserokên meclîsê hatin hilbijartin. Sînem Îbrahim û Hadî mehlo wek hevserokên meclîsa navenda bajarê Şengalê hatin hilbijartin û soza  dilsoziya bi kar re hate dayîn.

Biryare meclîsa Şengalê civîna xwe ya yekemîn lidar bixin û bernameya xwe ya kar derbixin.

Hevserokê desteya Rêveber a Şengalê Hecî Hesen diyar kir ku ji dema ferman çêbûye heya niha wan gelek meclîsên gund û bajarokan ava kiriye tenê ya navenda bajarê mabû, ew jî niha avakirine.

Jina bi navê Şêrîn Kemal jî îşaret bi rola jin ya di nava sîstema xweser de dike û dibêje, ew weke TAJÊ  jî hewl didin roleke girîng di pêk hatina vê sîstemê de bilîzin.

Şêrîn diyar kir ku ew weke jinên Êzidî gelek êş û azar kişandine û ji bo van êşan dûbare jiyan nekin jî ewê xwe birêve bibin û rêxistin bikin.