Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nezîr Berwarî: Êrîşa Efrîn li ser hemû Kurdistanê ye

QAMIŞLO – Endamê Berpisyariya YNK’ê Nezîr Berwarî diyar kir ku gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk û komên çete berxwedaneke bê hempa nîşan da û got ku êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser hemû Kurdistanê ye.

Şandeyek ku ji Başûrê Kurdistanê û berpirsyarên Rêveberiya Xweser serdana Efrînê kiribûn û piştgirî dan Berxwedana Serdemê ya gel û şervanan a li Efrînê.

Endamê Berpisyariya YNK’ê Nezîr Berwarî jî cihê xwe di nava şandeyê de digirt. Berwarî piştî ji Efrînê vegeriya ji ajansa me (ANHA) re axivî û wiha got: “Em 4 rojan li Efrînê man. Me berxwedana Efrînê 57 roj li pey xwe hişt jiyan kir. Hîn jî berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didome.”

Berwarî her wiha di berdewama axaftina xwe de dema li nava kolanên Efrînê digeriyan bibîr xist û wiha dom kir: “Tevî bombebaran û topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê gelek wêranî pêk anî bû, lê care de jî welatî bi xaka xwe û malên xwe ve girêdayî bûn. Bê navber liber xwe didan. Lê çekên giran bê rehim û şefeqe welatî topbaran û bombebaran dikirin. me bi çavên xwe dît ku çawa dewleta Tirk li dijî sivîlên Efrînê komkujî pêk tanîn. Bingeha bajar hedef digrin. Heta nexweşxane jî ji wan ne filitî.”

Endamê Berpisyariya YNK’ê Nezîr Berwarî di axaftina xwe de jî got ku êrîşa li ser Efrînê li ser hemû Kurdistanê ye û wiha dom kir: “Doza me gelê kurd yeke, ew jî têkbirina terorê û avakirina jiyaneke azad e. Êrîşên Artêşa Tirk îradeya me û hêza gelê me û şervanên me ya ji bo têkbirina rêxistinên terorost û di serî de Erdogan zêdetir kiriye.”

Berwarî, di dawiya axaftina xwe de jî bê dengiya navdewletî ya derbarê êrîşên Erdogan li Efrînê axivî û got civaka navdewletî bi bê dengiya xwe bi Erdogan re şirîkên komkujiyên ne û bnag li civaka navdewletî kir ku mudaxele bikin da ku êrîşên li ser Efrînê di zûtirîn dem de rawestîne.

(dc)

ANHA