Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nivîsgeha Mafê Mirovan careke din ji bo Efrînê bang kir

QAMIŞLO – Bi dûrişmeyaʺDarizandina kujeran wê wereʺNivîsgeha Mafê Mirovan bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û qetilkirina jin û zarokan şermezar kir.

Bi amadebûna bi dehan endamên Nivîsgeha Mafê Mirovan û hiqûqnas, daxuyanî li Qada Jina Azad a navçeya Amûdê hate dayîn.  Beşdaran pankêrtênʺBêdengiya we me dikujeʺvekiribûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Nivîsgeha Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û qetilkirina jin û zarokan hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de, bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan ên azad hate kirin  ku sûcên Erdogan belge bikin û hate gotin ku wê rojekê Erdogan werê darizandin.

(kc)