Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Efrînê:Erdoganê kujer em koçber kirin

Dîmen

ŞERVÎN MUSTEFA – NEHÎR PALA

EFRÎN – Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne gotin ku Erdoganê kujer ew koçber kirin.MENAN EHMED

Şêniyên herêma Efrînê 57 roj in li hemberî hovîtiya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaniyeke dîrokî meşandin. Ji ber komkujiyên ku li ser sivîlên bajarê Efrînê pêk dihatin ku di encama wê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Ji ber vê yekê şêniyên bajar neçarî koçberiyê li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bûn.

Şêniyên bajarê Efrînê li gundan belav dibin. Her malek û her dukanek zêdeyî 20 kes ji heman malbatê lê bi cih bûne. Her kes dixwaze malan ji sivîlan re peyda bike. Welatiyên kantona Şehba û navçeya Şêrawa her kes li gorî derfeta xwe alîkariya pêwîst didin koçberan.

Welatiyê bi navê Menan Ehmed wiha got “Erdoganê kujer û çeteyên wî komkujî li ser me pêk anîn. Mal û milkên me dizîn û hilweşandin. Sivîl bi awayekî hovane dikuştin. Her tişt dikirin tenê ji bo me ji axa me derxînin.”

Welatiyê bi navê Abdulrehman Silêman jî ev tişt got”Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê em ji malên me derxistin. Komkujî li ser me pêk anî. Ma qey tu kes tuen ye li hemberî vê hovîtî  bisekine.ʺ

Welatiya bi navê Fatma Îbrahîm ev tişt got “Kesê ku em koçber kirin niha xaka me dagir dike. Gelê me qir dike. Tirkiyê dweleteke dagirker e û wê bimîne dagirker.”

(bx)

ANHA