Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervan Derwîş: Em amade ne parastina axa Minbicê bikin

MINBIC – Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku hêzên wan amade ne li hember hemû êrîşên dijmin parastina Minbicê bikin.

Şervan Derwîş bersiva gefên êrîşa li ser Minbicê da û ji ANHAʹyê re axivî.

Derwîş di destpêka axaftina xwe de wiha got, ʺHin kes xwe wekî Lîwa nîşan didin, gefa êrîşa li ser Minbicê dixwin. Wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em bi hemû hêza xwe amade de parastina Minbicê bikin. Ev kesên ku propagandaya xwe dikin û gefên êrîşê dixwin, eger cesareta wan hebe bila keremkin. Em ê derseke dîrokî bidin wan ku bizanbin çawa li hember bajarê Minbicê û gelê wê yê birûmet rêzdar bin.ʺ

(mm)

ANHA