Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM rewşa siyasî û leşkerî ji gelê Kobanê re nirxand

KOBANÊ – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê rewşa siyasî û leşkerî ya dawî li herêmê û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kantona Efrînê, civînên xwe bi gelê Kantona Kobanê re berdewam dike.

Tevgera Cevaka Demokratîk (TEV- DEM) du civînên cuda bi gelê Navçeya Tilxezal û gundê Donxizê re, li dar xistin.

Civîna yekemîn li gundê Donxizê hate lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Bajaroka Tilxezalê Fayza Ebdulrehman derbarê êrîşa li ser Efrînê de axivî û wiha got, “Dagirkeriya Tirk êrîşî Bajarê Efrînê dike, lê belê civaka navneteweyî û hevpeymana NATOꞌyê bêdeng in. Tevî ku Dewleta Tirk a dagirker hemû çekên giran bi kar tîne, gelê Efrînê YPG/YPJꞌê berxwedaneke bêhempa didin meşandin.”

Fayza destnîşan kir ku gelê Efrînê li dijî faşîzma Tirk, bi berxwedan û fedekariyeke mezin, dîrokê dinivîsine.

Fayza di dewama axaftina xwe de, da zanîn ku piştî serkeftinên mizin ên ku hêzên QSDꞌê li hemberî terorê û Bakurê Sûriyê ji terorê paqij kirine, hişt ku QSDʹê li ser riwê erdê bibe hêzeke bi bandor. Fayza wiha axivî, ʺEv yek ne di xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk a ku terorê xwedî dike de ye. Ji ber vê yekê Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku ewlehiya herêmê derb bike û Projeya Demokratîk a herêmê hilweşîne.

Civîna duyemîn jî li Tilxezal hate lidarxistin. Di civînê de rêveberê TEV-DEMꞌê Malik Mîtan derbarê komkujiyên li ser sivîlên Efrînê de axivî û wiha got, “Armanca komkujiyên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên Efrînê (Mîna Helebçe û serhildana Qamişloyê), qirkirina gelê Kurd e.ʺ

Malik destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk dixwaze moralê gel bişkîne, ji ber vê yekê bi riya ragihandinê şerekî psîkolojîk dide meşandin. Malik wiha domand, ʺÊrîşa li ser Efrînê komployeke mezin e. Gelek hêz beşdarî vê komployê bûne û dengê heqiyê qut dikin. Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê hêviyên gelên bi sedên salan, ji bo Projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, pêk anîn. Her wiha mafên gelên  bindest li wan vegerand.ʺ

Mîtan de dawiya axaftina xwe de got ku Dewleta Tirk a dagirker ji dîktatorî û faşîzmê re dayîkeke dilovan e. Divê hemû hêzên azad û demokrat li hemberî planên dagirkeriyê bisekinin.

(dr)

ANHA