Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tevgera Guhertin banga piştgiriya Efrînê li hêzên niştîmanî kir

QAMIŞLO – Tevgera Guhertin (Heyet Tensîq Weteniye) bang li tevahî hêzên niştîmanî yên Sûriyê kir ku di hemû qadên siyasî û leşkerî de piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê.

Tevgera Guhertin bi daxuyaniyekê êrîşên li ser herêma Efrînê û komkujiyên ku li herêmê pêk tên.

Daxuyanî wiha ye:

ʺHer ku êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê dijwartir dibin, berxwedana gelê Efrînê xurtir dibe. Tevî ku ev du mehin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrîşî herêmê dikin, li hember berxwedana gel bin ketin.

Dagirkeriya Tirk navendên tenduristiyê, ceyranê, depoyên xwarinê, karwanên piştgiriyê û riya gihandina alîkariya mirovî hedef girtin. Vê yekê bandor li ser rewşa mirovî kir.

Tirkiye dixwest bi riya çeteyên DAIŞ, El-Nusra herêmên Sûriyê bi ser axa Tirkiye, lê ev plan bi ser neket. Ji ber vê yekê Tirkiye êrîşên li ser Efrînê û binpêkirina biryara Konseya Ewlekariyê ya agirbestê didomîne.

Em helwesta civaka navneteweyî li hember binpêkirina zagonên navnetweyî ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar dikin. Banga me ji Desteya NY û Konseya Ewlekariyê re heye ku derbarê agirbestê de bi berpirsyariyên xwe rabin.

Berxwedana gelê Efrînê û şervanên QSDʹê li hember êrîşên dagirkeriyê didome. Lê dîsa jî metirsî heye ku dagirkeriya Tirk êrîşî herêmên din ên Sûriyê dike. Ev yek parçekirina axa Sûriyê û dubarekirina Lîwa Iskenderon armanc dike.

Banga me ji tevahî hêzên niştîmanî yên Sûrî re heye ku di hemû aliyên siyasî û leşkerî de piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê , alîkariya mirovî bigihînin gelê Efrînê.

Her wiha banga me ji dewleta Sûriyê re heye ku bi erkên xwe yên parastina axa Sûriyê rabe û di zûtirîn dem de hêzên leşkerî bişîne herêmê da li dijî êrîşên dagirkeriyê axa Sûriyê biparêzin. Efrînê dilê berxwedana niştîmanî ye.ʺ

(mm)

ANHA