Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zagona ruxsetkirina dibistan û peymangehên taybet hate erêkirin

MINBIC – Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê zagona ruxsetkirina dibistan û peymangehên taybet û navendên perwerde yên pêşeyî erê kir.MINBEG-MIGLSA-TINFIZE (1)

Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civîna xwe lidar xist. Di civînê de nîqaş li ser zagona ruxsetkirina dibistan, peymangehên taybet û navendên perwerde yên pêşeyî yên Minbicê hate kirin.

Civîn li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate lidarxistin. Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz  Farûq El- Maşî, Nezîfa Xelo  û endamên Meclîsa Zagonsaz beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê nîqaş li ser zagona ruxsetkirina dibistan, peymangehên taybet û navendên perwerde yên pêşeyî yên Minbicê û gundewarên wê hate kirin.

Zagon ji 18 xalan pêk tê. Piştî nîqaşan û guhertinên ku têde hatin kirin zagon ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate kirin. Di zagonê de dibistan, peymangehên taybet û navendên perwerdê yên pêşeyî têne ruxsetkirin. Her wiha Komîteya Perwerdeyê meteriyalên xwendinê dişopîne. Pêwîste hemû dibistan, peymangehên taybet ên ruxsetkirî û ne ruxsetkirî serlêdanan Navenda Perwerdê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bikin.

(bx)

ANHA